Herêma Kurdistanê di 24 demjimêran de ti haleteke Korona tomar nekir

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê aşkere kir, di 24 demjimêrên bûrî de ti haleteke pêketina bi vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê aşkere kir, di 24 demjimêrên bûrî de ti haleteke pêketina bi vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 792 testji welatiyan re hatin kirin, xwebextane encam hemû nîgatîv bûn û ti haleteke pêketina bi Korona li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

Amaje bi wê da, îro wergirtina testan berdewam e, heger ti haletên din jî neyin tomarkirin, nayê wê wateyê ku vîrusa Korona nemaye. Hîna metirsî maye û divê bi berdewamî rênimayan bicih bikin.

Wezîrê Tenduristiyê got: Em dixwazin jiyana xelkê asayî bibe, lê bi nerîna me, nabe qedexeya çûnûhatinê bi yekcarî rabe.

Ev yek di demekê de, heta niha li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Korona ketin gihîştiye 330 kesan, 4 kesan canê xwe jidest dane û 156 kes jî baş bûne.

Herwiha di çarçoveya rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona de, mehek e qedexeya çûnûhatinê li Herêma Kurdistanê hatiye ragihandin û heta roja 16ê vê mehê jî berdewam e. Li gor Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê jî, eger heye ligel hin asankariyan, qedexe bê dirêjkirin.

 

S. B