Di van 24 demjimêran de Daişê 3 hêriş encamdan

Di hêrişekê de, li nêzîk qeza ya Daquq, 4 çekdarên Daişê hatin kuştin û dû serbazên Îraqî jî canê xwe ji dest dan.

K24- Kerkûk

Di hêrişekê de, li nêzîk qeza ya Daquq, 4 çekdarên Daişê hatin kuştin û dû serbazên Îraqî jî canê xwe ji dest dan.

 Nûçegehanê Kurdistan24 li Kerkûkê ragehand, demekê berî niha çekdarên Daişê li devera Daqûq hêrişek encam dan û şer û pêkdadan di navebera hêzên Îraqî û çekdarên Daişê rûda. Di encam de 4 çekdarên Daişê hatin kuştin û dû serbazên Îraqî jî canê xwe ji dest dan.

 Di dema 24 demjimêrên burî de, ev sêyem hêrişe Daiş encam dide li wî sinûrî.