Li Îranê 115 kesên din bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dan

Peyivdarê Wezareta Tenduristîya Îranê Kîyanûş Cehanpûr ragehand, di 24 demjimêrên burî de, 115 kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane.

K24- Hewlêr

Peyivdarê  Wezareta Tenduristîya Îranê Kîyanûş Cehanpûr ragehand, di 24 demjimêrên burî de, 115 kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Herweha got: 1,617 kesên din jî tûşî Vayrosa Koronayê bûne. Bi vê yekê jî hejmara kesên heya niha canê xwe ji dest dane bi sedema Vayrosa Koronayê li Îranê gehişte 4,585 kesan, hejmara tûşbûyan jî gehişte 73,330 kesan.

Kîyanûş got jî: Heya niha li Îranê zêdetir ji 45 hezar tûşbûyî jî hatine çareserkirin.