Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demjimêrên burî ragehand
Wezareta Tenduristîya Îraqê di beyannamekê de amara Koronayê di 24 demjimêrên bûrî de yên tûşbûn, mirin û çêvebûnê belav kir. Li gor wê amarê di şevek û rojekê de, 26 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatine tomarkirin, li parêzgehên Bexda, Necef, Wasit, Mîsan, Besra, Babil, Dîwanîye û Zîqar.
K24- Hewlêr

Herweha wezaretê ragehandîye, 2 kesan jî canê xwe ji dest dane û 77 haletên çêvebûnê hebûne li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî.
Li gor Wezareta Tenduristîya Îraqê, hejmara tevaya Tûsbûyan li Îraqê gehişte 1378 haletan û hevdem 78 kesan jî canê xwe ji dest dane herweha 717 kes jî bi temamî çêvebûne ji wî derdî.