Serok Barzanî: Iraq li qerebûkirina malbatên enfalkiriyan berpirsyar e

Serok Mesûd Barzanî di salvegera 32emîn a karesata Enfalê peyamek belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî di salvegera 32emîn a karesata Enfalê peyamek belav kir û ragihand, Her çend e li salên derbasbûyî de hewlên zêde ji bo jenosaydnasandina pêla dirind ya enfalê li ser asta navdewletî û qerebûkirina kesûkarên qurbaniyan hatine dayîn, lê belê mixabin heta niha encameke wiha nebûye.

Serok Barzanî dibêje: pêwîst e hewlên bi jenosayd nasandina enfalê li ser asta cîhanê berdewam bibin û bigihin encamê û dewleta Iraqê jî berpirsiyar e li qerebûkirina kesûkarên serbilind ên enfalkiriyan.

Peyama Serok Barzanî li sîh û dûyemîn salvegera karesata Enfalê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di sîh û dûyemîn saliya destpêkirina pêla Enfalê ya li dijî zarok û gedeyên gelê me da, hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên Enfal û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn û serxweşiyê li malbat û kesukarên serbilindê enfalê dikin.

Her çend e li salên derbasbûyî de hewleke zêde ji bo jenosayd nasandina pêla dirinde ya enfalê li ser asta navdewletî û qerebûkirina kesûkarên qurbaniyên enfalê û peydakirin û anîna termên enfalkiriyan hatiye dayîn, lê belê mixabin heta niha encameke wiha nebûye.

Ji bo wê yekê dîsa jî tekez dikin ku pêwîst e hewlên bi jenosayd nasandina enfalê li ser asta cîhanê berdewam bibin û bigihin encamê û her wiha dewleta Iraqê jî berpirsiyar e li qerebûkirina kesûkarên serbilind ên enfalkiriyan û pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi baştirîn awayî xizmeta malbatên şehîdên enfalê bike û termên pîroz ên hemû şehîdên enfalê jî vegerîne ser axa niştiman.

Hezaran silav li giyanê pak ê qurbaniyên enfalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê

Mesûd Barzanî

14.04.2020

 

S. B