Îlham Ehmed: Mekanîzmaya kar Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ne rast e
Seroka Desteya Rêveber a MSDê Îlham Ehmed rexneyê li mîkanîzma karê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê digire û rêjîma Sûriyê jî di ber egera belavbûna vîrusa Korona li Rojavayê Kurdistanê de berpirsyar dibîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Seroka Desteya Rêveber a MSDê Îlham Ehmed rexneyê li mîkanîzma karê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê digire û rêjîma Sûriyê jî di ber egera belavbûna vîrusa Korona li Rojavayê Kurdistanê de berpirsyar dibîne.
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ragihand, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li herêmê heye. Bi saziyên Rêveberiya Xweser re dide û distîne. Lê desteka ku ji herêmê re tê pêşkêşkirin, kêm e. mekanîzmaya kar wê jî ne rast e.
Ragihand jî, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bi awayekî fermî bi hikumetên navendî re peywendiyan ava dikin û biryarên van hikumetan di ber çavan re derbas dikin, ji ber wê ev mekanîzmaya kar ne rast e. ne rast e ku ev rêxistin tenê bi rêya hikumetên fermî re bide û bistîne.
Tekez kir jî, hikûmeta Sûriyê di warê rûbirûbûna vîrusa Korona de hevkariyê bi Rêveberiya Xweser re nake, heger vîrus li herêmê belav bibe dê berpirsyarî ya hikûmeta Sûriyê be.
Diyar kir jî, Rêveberiya Xweser bi rêya Desteya Tenduristiyê bi hikumeta Sûriyê re koordîne dike. Lê heta niha di pratîkê de tu encamên wê koordîneyê derneketine.
Îham Ehmed got jî, têkiliyên hêzên Rûsyayê bi hêzên rejîmê û Îranê re hene, ji ber vê yekê jî metirsiyeke mezin heye ku ew vîrus bi rêya hêzên Rûsyayê û rejîma Sûriyê derbasî herêma wan bibe.
Îlham Ehemd da tekezî li bicihkirina rênimayên xweparastina ji vîrusa Korona kir û daxwaz ji welatiya kir, pabendî qedexeya derketina derve û rênimayên tenduristiyê bibin.
S. B