Li Hewlêrê 18 nexweşên Koronayê vegeriyan malê

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Hewlêrê 18 pêketiyên bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ku duhî baş bûn û îro vegeriyan malên xwe.

Serokê Peresterên Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê Seidî Elî ji K24ê re ragihand, 18 nexweşên ku duhî ji vîrusa Korona bi temamî baş bûne û piştî pişknîn ji wan re hatin kirin, îro vegeriyane malên xwe.

Ragihand jî, beşek ji wan kesê baş bûne, virus ji taziya taxa Karêzanê vegirtibûn û beşa din jî xelkê bajarokê Soran in.

Bi vî awayekî, Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine ku 330 kes in, 195 kes jê wê nexweşiyê baş bûne, 4 kesan jî canê xwe jidest dane.

 

S. B