Li Herêma Kurdistanê hejmarek girtî bi merc tên berdan

Encûmena Dadperwerî ya Herêma Kurdistanê ji ber metirsiya belavbûna vîrusa Korona, hejmarek ji girtiyan bi merc berdide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Dadperwerî ya Herêma Kurdistanê ji ber metirsiya belavbûna vîrusa Korona, hejmarek ji girtiyan bi merc berdide.

Li gor nivîseke Encûmena Dadperwerî ya Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê 159, li Silêmaniyê 348 û li Duhokê 319 girtî hatin berdan.

Li gor wê nivîsê, ev berdan bi merc berdewam dibe û di dahatûyê de amarên nû belav dike.

Ji ber metirsiya belavbûna vîrusa Korona di nava zîndanan de, biryar hatiye dayîn, beşek ji girtiyan bi awayekî demkî bêne berdewan.

 

S. B