4 tûşbûyên Koronayê li Hewlêrê çêvebûn
Di ragehandinekê de, Rêveberîya Tenduristî ya Hewlêrê ragehand, 4 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li sinûrê parzgeha Hewlêrê bi temamî çêvebûn.
K24- Hewlêr
Di ragehandinekê de, Rêveberîya Tenduristî ya Hewlêrê ragehand, 4 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li sinûrê parzgeha Hewlêrê bi temamî çêvebûn.
Dilovan Mehemed Fatih, rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê di ragehandinekê de tekez kir, 4 nexweşên tûşbûyî bi Vayrosa Korona ya Nû KOVID- 19 piştî wergirtina çareserîya pizîşkî bi temamî çêvebûn û rewşa tenduristîya wan bi temamî cêgîr bûye û çend caran pişkinîna taybet bo wan hate kirin û encama wan her nerênî derket, lew biryar hate dan vegerin malên xwe.
Li gor ragehandina rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê, heya niha 78 kesên tûşbûyî bi Vayrosa koronayê li sinûrê parêzgeha Hewlêrê bi temamî çêvebûne.