Li Îranê 98 haletên din yên mirinê bi Korona hatin tomarkirin
Li Îranê 98 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan.
K24- Hewlêr
Li Îranê 98 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan.
Peyvdarê Wezareta tendirustî ya Îranê Kyanuş Cîhanpûr ragihand, di 24 demjimêrên borî de 98 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan e. Herweha 1 hzar û 574 kes jî tûşî Vayrosê bûn e. Bi vê yekê, hejmara kesên heya niha li Îranê canê xwe jidest dayî gihişte, 4 hezar û 683 kesan. Hejmara tûşbûyan bi giştî gihişt 74 hezar û 877 kesan. Cîhanpûr got jî, heya niha li Îranê, 48 hezar û 129 tûşbûyî çareser bûn e.