Peyama pîrozbahîya serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bi bone ya serê sala ola Êdî
Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, peyameka pîrozbahîyê bi bone ya serê sala ola Êzdî belav kir.
K24- Hewlêr
Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, peyameka pîrozbahîyê bi bone ya serê sala ola Êzdî belav kir.
Deqa peyamê
Peyama pîrozbahîya serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bi bone ya serê sala Ola Êzdî
Bi bone ya cejna serê sala ola Êzdî, pîrozbahîyê li xwîşk û birayên Êzdî li Kurdistanê û cîhanê dikim. Hêvîdarim sala nû pir xêr, xweşî û kameranî be û sala dawîhatinê be bi azar û meynetîyên xwîşk û birayêm me yên Êzdî ku di salên burî de, li ser destên teroristan rûbirûyê tawanên mezin bûn.
Hikumeta Herêma Kurdistanê pabende bi berevanîkirin û paraztina mafên gişt pêkhateyên olî û neteweyî yên Herêmê û Êzdî jî wek pêkhateka resenê gelê Kurd, daxwazîyên wan paraztî dibin û hemû hewlekê didîn bo xizmetkirina zîdetir a xwîşk û birayên me yên Êzdî.
Mesrûr Barzanî
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê