Dr.Mhemed Elî Ebdê : Nexweşên dil divê bi taybet xwe biparêzin!
Bizişkê pispor ê nexweşiyên dil Dr.Mhemed Elî Ebdê, ji K24 re anî ziman ku: “Her roj a derbas dibe, mirov li ser metirsiyên vayrosa Korona zêdetir dibe xwedî agahî
K24 – Navenda Nûçeyan
Gava liser metirsiyên Vayrosa Korona tê axaftin, kesên xwedî nexweşiyln krinîk in, di grûba rîskê de tên dîtin. Bi taybet ên nexweşên dil.
Bizişkê pispor ê nexweşiyên dil Dr.Mhemed Elî Ebdê, ji K24 re anî ziman ku: “Her roj a derbas dibe, mirov li ser metirsiyên vayrosa Korona zêdetir dibe xwedî agahî. Mêtirsiyên Covid -19 bi taybet hemberî nexweşên dil zêde ne. Jıber vê yekê nexweşên dil divê bi taybet xwe hemberî pêketin a bi Korona biparêzin. Jiber ku ew dikarin bibin, qurbaniyên vê Vayrosê”.
Dr.Mhemed Elî Ebdê destnîşankir, ku: Nexweşên dil divê 10 caran zêdetir ji mirovên din xwe biparêze. Divê dermanên xwe her wekî rênimayan werbigre, lê rênimayên din ên xweparastinê jî, bi hurgilî bicîh bîn e.
Ligor Dr.Mhemed Elî Ebdê, nexweşên dil divê ji kombûnên cemawerî dûr bimîn e, dernekeve derve li malê bimîn e û herweha ji bo bihêzbûn a laşê xwe xwarinên pêwîst bixwe, di destê yekem de yên bi vitamine C.