Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihande Kampa Kewırgoskê
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, keresteyên xwarinê bi ser 1 716 malbatên penaberên rojavayê Kurdistanê yên li kempa Kewirgoskê dimîn in dabeş dike. Rêveberê kampê ji Kurdistan24 re dibêje, di van rojên bê de, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi hemahengiya Neteweyên Yekgirtî dê 200 dolarên Amerîkî liser her malbatekê li 4 kampên penaberên rojavayî li sînorê Hewlêrê belav bike.
K24- Hewlêr

Di vê serdema Vayrosa Koronayê de jî, Dezgeha Xêrxweziya Barzanî penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li nav kempan, ji ajlîkariyan bê beş nahêle,
Daya Mihemed, bi tena 4 zarokên xwe li kempa Kewrgoska ser bi Hewlêrê ve dimîne, û gelek zehmetiyên bi destxistina pêdiviyên jyana rojane dibîne, û ew behsa rola dezgeha xêrxwezaiya barzanî û alîkariyan dike.
Rêveberê kempê di nav dezgeha xêrxweziya barzanî de, behsa cûra van alîkariyan dike, û dibêje ew dê bi hemahengiya Netewên yekbûyî, bira 200 dolarên Amrîkî li ser 4 kempên penaberên Rojava yên li sînorê Hewlêrê dabeş bikin,
Biryar e ji bilî vê kempê wekû van alîkariyên ji keresteyên xarinê, li ser hemû kempên penaberên rojava yên li başr werin dabeş kirin.