Firokeyên Tirkiyê Zînî Wertê û binarê Qendîlê bombebaran kirin
Firokeyên şer ên Tirkiyê derengê şeva bûrî çend binke û baregehên PKKê li nêzîkî Zînî Wertê binarê Qendîlê bombebaran kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên şer ên Tirkiyê derengê şeva bûrî çend binke û baregehên PKKê li nêzîkî Zînî Wertê binarê Qendîlê bombebaran kirin.
Rêvebirê Nahiya Wertê Muslîh Balekî ji K24ê re ragihand, şeva bûrî firokeyên şer ên Tirkiyê navçeya Heseder li nêzîkî Zînî Wertê û li Kozîne li binarê Qendîlê bombebaran kirin.
Amaje bi wê jî da, heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên canî yên PKKê nehat zanîn.
Hevdem jî firokeyên Tirkiyê baregehên PKKê li sînorê navçeya Sîdekanê jî bombebaran kirin.
Rêvebirê Nahiya Sîdekan Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyê binke û baregehên PKKê li derdora gundê Bîrkem bombebaran kirin.
Diyar kir jî, ji ber hebûna gerîlayên PKKê û bombebarana Tirkiyê, xelkê gund Bîrkem ji gundê xwe derketine û çûne cihekî ewletir.
S. B