Encûmena Wezîran dawî pêşhatên taybet bi Korona guftûgo dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Mesrûr Barzanî dicive û dawî pêşhat û pêngavên dahatî yên rûbirûbûna vîrusa Korona û berdewamiya bazirganiyê guftûgo dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Mesrûr Barzanî dicive û dawî pêşhat û pêngavên dahatî yên rûbirûbûna vîrusa Korona û berdewamiya bazirganiyê guftûgo dike.

Jêderekî ji Encûmena Wezîran ji K24ê re ragihand, îro Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Mesrûr Barzanî dicive.

Amaje bi wê da, di civînê de dawî pêşhatên taybet bi vîrusa Korona, pêngavên dahatî yên rûbirûbûna wê vîrusê û berdewambûna bazirganiyê û ziyanên aborî yên vîrusê tên guftûgokirin.

Herwiha di tewereke din a civînê de, rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê tê nirxanin.

 

S. B