“Kesê li Lîbyayê hatiye girtin, dûr û nêzîk pêwendiya PDK û Leşkerê Roj pê re nîne”

Jêderekî ji Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ronîkirinek derbarê kesê li Lîbyayê hatiye desteserkirin radigihîne, ew kes ne dûr û ne nêzîk pêwendiya wî bi PDK û Leşkerê Roj re nîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ronîkirinek derbarê kesê li Lîbyayê hatiye desteserkirin de belav kir û ragihand, ew kes ne dûr û ne nêzîk pêwendiya wî bi PDK û Leşkerê Roj re nîne. Rastiyan ji her aliyekî re aşkere dibin û wek her dem jî rûreşî ji çavpoşan re dimîne.

Di ronîkirina wî jêderê ji Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê de hatiye: Derbarê girtina kesekî çete li Lîbyayê de, ku berî çend rojan hejmarek ji malper û medyaya Kurdî di hilmeteke nerewa de ji bo lekedarkirina PDK û Leşkerê Roj ê Qehreman bikar tînin.

Ew jêder tekez dike: Ew kesê li Lîbyayê hatiye girtin û bi awayekî gûmanî nasnamya jê re hatiye çêkirin, dûr û nêzîk pêwendiya PDK û Leşkerê Roj ê Qehreman pê re nîne û ew ti carî û ji bo yek xulekê jî nebûye Pêşmerge.

Herwiha dibêje: Ew şer û nakokiyên ji li Lîbayê rû didin, ji encama milmilaneya navdewletî ye û ti pêwendiya wê bi armanc û siyasetên PDKê ve nîne. Şerm e ku ji bo lekedarkirina navê Pêşmerge û PDK tiştek bê kirin ku ji bingeh ve ti pêwendiya Kurd ve nîne. Ew nîşana îflasa siyasî, exlaqî û bîrewerî ye.

Amaje bi wê jî da, Heger propagandeyên derbarê wî kesî de rast bana û ew Pêşmerge ba (ku ti bingeheke wê nîne) ew hemû alî baş dizanin ku dîroka şoreşên Kurd rû daye ku kesek ji nava şoreşê bûne, lê nepakî kirine û ji rêza şoreş û Pêşmerge çûna nava rêzên dijmin.

Ew jêderê ji Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê tekez dike: Leşkerê Roj ê Qehreman bi dehan şehîd di şerê li dijî teroristan de dane. Bi qehremanane berevanî li xaka Kurdistanê kirine. Dema qehremanên Leşkerê Roj di şerê têkşikandina dijmin li Pirdê û Sihêla beşdar bûn, xelkekî din xak difirotin û çeteyên dijminan bûn.

 

S. B