Îran.. 94 kesên din, bi Korona canê xwe ji dest dan

Li Îranê 94 kesên din, bi Vayrosa Korona canê xwe ji dest dan.

K24- Hewlêr

Li Îranê 94 kesên din, bi Vayrosa Korona canê xwe ji dest dan.

Peyvdarê Wezareta Tendirustî ya Îranê Kîyanuş Cihanpûr ragihand, di 24 demjimêrên borî de  94 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan e. Herweha 1 hezar û 512 kes jî, tûşî Vayrosê bûn e. Bi vê yekê jî, hejmara kesên heya niha li Îranê canê xwe ji dest dane gihişte 4 hezar û 777 kesan. Hejmara tûşbûyan jî, bi giştî gihişte 76 hezar û 389  kesan.

Ciîhanpûr got jî, heya niha li Îranê 49 hezar û 933 tûşbûyî çareserbûn e.