Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di alîkariya aware û penaberan de berdewam e

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di alîkariya aware û penaberan de berdewam e û di vê çarçoveyê de zêdetir ji 6 hezar selikên xwarinê û hevkariyên tenduristî bi ser awareyan de belav kir.

K24- Hewlêr

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di alîkariya aware û penaberan de berdewam e û di vê çarçoveyê de zêdetir ji 6 hezar selikên xwarinê û hevkariyên tenduristî bi ser awareyan de belav kir.

Berpirsê nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dibêje, ew dê liser alîkariyan berdewam bin, heta ev rewş bidawî were. Berpirsê nivîsîngeha Koç û Koçberan ya Îraqê li Herêma Kurdistanê, rola mezin a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi taybet di vê qonaxê de, bilind dinirxîn e.