Li ser rasparte ya serokê hikumetê 157 hevwelatîyên Herêma Kurdistanê ji Ûrdin hatin vegerandin
Li ser rasparte ya serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, 157 hevwelatîyên Herêma Kurdistanê hatin vegerandin bo Herêma Kurdistanê, ku bi sedema rawestana geştên asamanî li Eman a paytext a Ûrdin asê mabûn.
K24- Hewlêr

Di vî bwarî de, di daxuyanîyekê de, Cutyar Adil, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê, evro Çarşembîyê, 15/4/2020 ragehand, piroseya vegerandina wan hevwelatîyan bi hevahengî bûye di navbera Fermangeha Peywendîyên derve û Wezareta Derve ya Îraqê.
Got jî: ew 157 hevwelatî, êvarîya evro bi geşteka rasterast gehiştin firokexaneya nêvdewletîya Hewlêrê û bi sedema rêkarên berengarbûna nexweşîya Vayrosa Koronayê bo dema 14 rojan di kerentîneyê de dê bimîn in.