Civata Wezîran biryar da pişû ya dezgehên hikumetê bête dirêjkirin

Evro Çarşembîyê 15/4/2020 bi serperiştîya Mesrûr Barzanî, serokwezîrên hikumeta Herêma Kurdistanê bi rê ya Vîdyo Konfiransê Civata Wezîran civîya.

K24- Hewlêr

Evro Çarşembîyê 15/4/2020 bi serperiştîya Mesrûr Barzanî, serokwezîrên hikumeta Herêma Kurdistanê bi rê ya Vîdyo Konfiransê Civata Wezîran civîya.

Di civînê de, Qubad Talebanî, cêgirê serokê wezîran pişikdar bû, rewşa tenduristî û abûrîya Herêma Kurdistanê hate nirxandin û dawîn pêşhat û pilanên taybet bi rûbirûbûna Vayrosa Koronayê hate geneşekirin.

Serok wezîrên Herêma Kurdistanê tekez kir, ku hemû hewlekê didin daku bargiranîyê li ser xelkê sivik bikin bi awayekê ku bandorê li ser cîbicîkirina rêkarên xweparêzîyê û rênimayîyên tenduristîyê neke.

 Civata Wezîran di dmekê de supasîya xweragirî û pabendbûna hevwelatîyan bi rênimayî yên tenduristî û rêkarên xweparêzîyê dike, biryar jî da pişû ya dezgehên hikumetê heya 2yê, Gulanê  bête dirêjkirin û rêkarên xweparêzîyê berdewam bibin.

 Di civînê de, biryar hate dan bi raspartina wezîrê Herêmê bo peywendîyan li gel hikumeta Fedral daku amadekarîya çûna şandeka Herêma Kurdistanê bo Bexda bike jibo gotûbêjkirinê li gel wezaretên peywendîdar li Hikumeta Fedral bi mebesta dûvçûnê li ser maf û şehnîyên Herêma Kurdistanê û yekxistina hewlan bo rûbirûbûna kirîza Koronayê û kirîza rewşa darayî li Îraq û Herêma Kurdistanê.

Civata Wezîran, di 32mîn salcegera tawana Enfalê, daxwaz kir hikumeta Fedrala Îraqê birpirsyarîya destûrîya xwe cîbicî bike, ji qerebûkirina kesûkarên qurbanîyên wê tawanê û qerbûkirina tevaya wan zîyanên bi Herêma Kurdistanê ketine ji encama sîyaseta kavilkarîya rijêmên berê wek ku di destûrê de bi aşkera hatîye çespandin û cêgîrkirin.

Herweha Civata Wezîran hêrişa heftîya burî ya teroristên Daişê bo ser bajarokê Kulleco şermezar kir, ku bû sedema şehîdbûna dû qehremanan û birîdnarbûna çend Pêşmergeyên din. Ev yek jî, ewê yekê dixe bîra me ku hêj metirsîya terorê maye û bi dawî nehatîye. Herweha Civata Wezîran stayîşa hêzên Pêşmerge kir ku ji bilî erkê paraztina Herêmê ji hêrişên teroristan harîkarîya asayîş û hêzên navxwe jî dike bo cîbicîkirina rênimayî yên tenduristî û rêkarên xwe parêzîyê.

Civata Wezîran Cejna Qîyame li xuşk û birîyên kirîstîyan û serê sala ola Êzdî jî li xuşk û birayên Êzdî pîroza dike.