Ragehandinek ji Mekteba Sîyasî ya Partîya Demokrata Kordistanê

Mekteba Sîyasî ya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê bûyerên ZÎn a Wertê ragehandinek belav kir, ev jî deqa wê ye:

K24- Hewlêr

Mekteba Sîyasî ya Partîya Demokrata Kurdistanê  (PDK) derbarê bûyerên ZÎn a Wertê ragehandinek belav kir, ev jî deqa wê ye:

Birina hêzeka serbazî ya hevpişik a ser bi Wezareta Pêşmerge bo Zîn a Wertê di çarçoveya wan rêkaran de bûye ku hikumeta Herêma Kurdistanê girtîye ber bo rêgirtinê ji belavbûna Vayrosa Koronayê û ew hêzên hanê ser bi wezareta Pêşmerge ya hikmeta Herêma Kurdistanê ne û ti peywendî bi Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve nîne. Di girjîyên vê dawîyê de,  yên Zîn a Wertê, PDKyê bi ti awayek alî nîye û nav anîna PDKyê di vê bûyerê de, bi hemû şêweyekê red dikîn.

Cihê daxê ye, ku hinek kes di nav Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) de, berdewam hewil didin evê mijarê û gelek mijarên din bi hizbî bikin û me vegerînin serdema berê. Di mijarên bi vî awayî, tenê hikumeta Herêma Kuridstanê, ku hikumeteka helbijartî û rewa ye û bi hevpişkîya gelek alîyên sîyasî yên Herêmê hatîye pêkhatin, desthelat û mafê livandina hêzê heye bo her cihekê Herêma Kurdistanê ku li berjewndîya Herêm û paraztina hevwelatîyan be.

Tevî ku hebûn hêzên PKKyê li wê deverê cihê pirsyarê ye, tekezê li ser wê yekê dikîn ku Pêwîste hêzên serbazî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveyeka Nîştîmanî de li xizmeta berjewendîya Herêma Kurdistanê bin û li jêr biryarên partîyan û balên nav partîyan bête der.

Mekteba Sîyasî

 Partîya Demokrata Kurdistanê

15/4/2020