Dû kesên din li Helebce tûşî Vayrosa Korona bûn

Wezareta Tenduristî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, dû kesên din li Helebce tûşî Vayrosa Koronayê bûn e.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, dû kesên din li Helebce tûşî Vayrosa Koronayê bûn e.

Di wê ragehandinê de hatîye, li berdewamî ya pişkinînan û geryanê li dûv gumanlêkirîyan, dû tûşbûyên nû bi Vayrosa Koronayê li Helebce hatin destnîşankirin, ku dû kiçên temen 14 û 18 salî ne û berkevtîyên tûşbûyeka berê ne ku dayîka wan e û rûniştvanên parêzgeha Helebce ne.

Hejmara tûşbûuan li Parêzgeha Helebce gehişte 22 kesan û ji evê hejmareyê 8 tûşbû çêvebûne û vegeryane malên xwe.

Ev ragehandin piştî wê yekê dihêt ku di dema 24 demjimêrên bûrî de tenê yek haletên tûşbûnê hatibû ragehandin.

 Bi vê yekê jî, hejmara tûşbûyan li Herêma Kurdistanê gehişte 334 kesan û ji evê hejmareyê 4 haletên mirinê hene û 198 nexweş jî çêvebûn e.