Desteya Tenduristiyê: Rêjîma Sûriyê alîkariyên WHO nade me
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê radigihîne, rêjîma Sûriyê alîkariyên ji Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ve tên pêşkêşkirin ji wan naşîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê radigihîne, rêjîma Sûriyê alîkariyên ji Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ve tên pêşkêşkirin ji wan naşîne.
Cîgirê Hevserokê Desteya Tenduristiyê Mihemed Xelef ji K24ê re ragihand, alîkariyên ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve ji bo Qamişlo hatine şandin, negihîştine destê wan.
Mihemed Xelef diyar kir jî, li gor zanyariyan wan ew alîkarî gihîştiye Qamişlo, lê ta niha negihîştiye destê Rêveberiya Xweser.
Cîgirê Hevserokê Desteya Tenduristiyê da zanîn jî, heta niha rêjîma Sûriyê ti tiştek ji alîkariyên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê pêşkêş dike, ji wan re neşandiye.
Li ser pêketina hejmarek kes li Dirbêsiyê bi vîrusa Korona, got: 3 kesên gûmanlêkirî bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Qamişlo re gihîştibûn Qamişlo û testên wan ên destpêkê êrînî derketibûn, lê heta amûreya PCR amade dibe û testa PCR ji wan re tê kirin, ew ji bo Dirbêsiyê hatin veguhastin, ji ber ku cihê kerentînê li Qamişlo nemabû.
Tekez kir jî, heta testa PCR ji wan her 3 kesan re neyê kirin, nayê zanîn ew nexweşên Korona ne, yan na.
Diyar kir jî, heta niha kesên bi riya Firokeya Navdewletî ya Qamişlo re gihîştine deverê, li cihekî 54 kes û li cihekî din 27 kes hatine kerentîkirin.
Amaje bi wê da, niha li Sûriyê hejmara kesên bi vîrusa Korona dikevin di zêdebûnê de ye, ji ber wê ew hewl didin kesên bi riya Firokexaneya Qamişlo re tên deverê kontrol bikin, lê rêjîma Sûriyê hevahengiyê bi wan re nake
S. B