Ehmed Mismarî: Kesê hatiye girtine, nûnertiya Kurd nake

Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mistmarî red dike, ew kesê ji aliyê Tirkiyê ve bo Lîbyayê hatiye şandin, nûnertiya Kurd bike û got: Kurd neteweke azadîxwez e û ji bo pirsa xwe ya netewî xebatê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mistmarî red dike, ew kesê ji aliyê Tirkiyê ve bo Lîbyayê hatiye şandin, nûnertiya Kurd bike û got: Kurd neteweke azadîxwez e û ji bo pirsa xwe ya netewî xebatê dike.

Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mistmarî di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Me di konferanseke pêştir de sersamiya xwe derbarê Kurdekî de derbirî û me pirsî, çawa Kurdek ku pirsa wî ya netewî û pirsa wî ya hebûnê heye û rastî stemkariya Tirkiyê tê û şer ji bo azadiyê dike û mafê wan e şer ji bo azadiyê bikin, çawa ji aliyê istixbarata Tirkiyê ve tê bikaranîn û bo Lîbyayê tê şandin û şer dike. Lê ev kes nûnertiya Kurd nake, ew tenê nûnertiya xwe dike. Di eşîra min de jî terorist hene, lê ew tenê nûnetiya xwe û nûnertiya aliyê ku wan bikar tînin dikin.”

Ev di demekê de ye, pêştir jî Ehmed Mismarî li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, ew daxuyaniya ku bi navê Fermandariya Giştî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê derketiye û tê de hatiye ku kesekî ser bi hêza Leşkerê Roj li Lîbyayê hatiye desteserkirin, sexte ye.

Li gor ronîkirineke hêza Leşkerên Roj, hin pêgehên ser bi PKKê ve jî derfet dîtine ew kesê li Lîbyayê hatiye girtin, wek Pêşmergeyekî ser bi hêzên (Leşkerê Roj) ve didin nasîn û hewl didin navê pîroz ê vê hêzê reş bikin. 

 

 

S. B