Wezîrê Tenduristiyê: Me daxwaz kiriye, bi asankarî qedexeya çûnûhatinê bê dirêjkirin
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, wan daxwaz kiriye, hin asankarî di biryara qedexeya çûnûhatinê de bê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, wan daxwaz kiriye, hin asankarî di biryara qedexeya çûnûhatinê de bê kirin.
Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, niha demeke zêrî ne ji bo encamên serkeftina bi ser Korona de hatine bidestxistin biparêzin û belavbûna wê kontrol bikin, ji ber ku pêwîst e heyama dewra jiyana vîrusê derbas bikin.
Wezîrê Tenduristiyê tekezî li wê yekê kir, ew nikarin bibêjin metirsiyên vîrusa Koronaya Nû COVID-19 nemaye, heta ku yek haletek mabe, ji ber ku ew virus ji yek haletê destpê dike.
Tekez kir jî, ragihandina serkeftina li ser vîrusê, pêwîstiya wê bi demeke zêdetir heye. Pêwîst e qedexeya çûnûhatinê bi hin asankariyan bê dirêjkirin, ew yek jî ji aliyê Odeya Operasyonê ve tê birêkxistin.
Ev yek di demekê de ye, 3 roj in ti haletên pêketina bi vîrusa Korona li bajarê Hewlêrê nehatine tomarkirin.
Îro 16ê Nîsanê biryara qedexeya çûnûhatinê li Herêma Kurdistanê bidawî dibe û tê pêşbînîkirin ku Wezareta Navxwe îro biryarên nû di wê derbarê de bide.
S. B