Iraqê zêdetir ji 16 hezar zîndanî berdan

Ji ber metirsiya belavbûna vîrusa Koronayê, Iraq zêdetir ji 16 hezar zîndanî azad kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber metirsiya belavbûna vîrusa Koronayê, Iraq zêdetir ji 16 hezar zîndanî azad kirin.

Encûmena Bilind a Dadweriyê li Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, hejmara zîndaniyên hatine azadkirin, gihîştiye 16 hezar û 45 kesan.

Heta niha li Iraqê zêdetir ji 1 hezar û 415 kesan bi vîrusa Korona ketine, 812 kes baş bûne û 79 kesan jî canê xwe jidest dane.

 

S. B