Li Serê Kaniyê teqîn.. Kuştî û birîndar hene
Li Serê Kaniyê di endama teqînekê de, hejmarek serbazên Tirkiyê û çekdaran hatin kuştin û birîndarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Serê Kaniyê di endama teqînekê de, hejmarek serbazên Tirkiyê û çekdaran hatin kuştin û birîndarkirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li gundê El Heras ê ser bi Serê Kaniyê ve, teqînekê bi riya motorsîkleke bombekirî re rû da.
Li gor zanyariyên destpêkê, di teqînê de hejmarek ji çekdaran hatine kuştin û birîndarkirin, ku di nava wan de serbazên Tirkiyê jî hene.
Roja 5ê mehê jî teqîneke bihêz li bajarokê Mebrûka yê ser bi Serê Kaniyê ve hatibû kirin û hejmarek ji çekdarên grûpa Ehrar El Şerqiyê hatibûn kuştin.
S. B