Mesrûr Barzanî: Bi xizmetkirina kesûkarên şehîdan berdewam dibin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 33emîn salvegera kîmyabarana deverên Balîsan û Şêx Wesnan de peyamek belav kir û ragihand, Bi xizmeta kesûkarên şehîdan berdewam dibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 33emîn salvegera kîmyabarana deverên Balîsan û Şêx Wesanan de peyamek belav kir û ragihand, Bi xizmeta kesûkarên şehîdan berdewam dibin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” peyamek belav kir û tê de nivîsî: “Di salvegera 33emîn a kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û hejmarek gundê û avayîyên devera Xoşnawetî de, ku roja 16ê Nîsana 1987an de ji aliyê rêjîma Beis ve hatibû kîmyabarankirin û bûbû sedema şehîdbûn û birîndarbûna bi sedan kesên bêtawan, bejna xwe li ber hemû şehîdên wê deverê ditewînin û her dem di bîra me de ne, Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bi xizmetkirina zêdetir a kesûkarên şehîdan ên serbilind berdewam dibe”.
Îro 16 Nîsanê, 33emîn salvegera kîmyabarankirina gundên Balîsan û Şêx Wesanan li devera Xoşnawetî ya Hewlêrê ye. Di wê êrişa hovane de nêzîkî 300 kesên sivîl şehîd bûn û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûbûn.
S. B