Nêçîrvan Barzanî: Balîsan û Şêx Wesanan bûne qurbaniyên destpêkê ên kîmyabarana Beis li Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera kîmyabarana Balîsan û Şêx Wesanan de peyamek belav kir û ragihand, ew karesat destpêka tawanên kîmyabarana Beis li Kurdistanê bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera kîmyabarana Balîsan û Şêx Wesanan de peyamek belav kir û ragihand, ew karesat destpêka tawanên kîmyabarana Beis li Kurdistanê bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya taybet ê tora civakî “Twitter” peyamek belav kir û tê de hat: Silav û rêz li gihanê pak ê şehîdên nemir ên kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û geliyê Xoşnawetî, ku berî 33 salan di 16. 4. 1987an de bûne qurbaniyên destpêkê yên tawanên kîmyabarana Beis li Kurdistanê.
Di beşeke din a peyamê Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye: Bi rêz û vê salvegerê bibîr tînin, silav ji bo malbat û kesûkarên wan ên serbez”
S. B