Hikumeta Herêmê zelalkirinê derbarê wan alîkarî û bexîşnan dide ku heya niha hatine komkirin
Fermangeha medya û zanyariyan ya Hikûmeta herêma Kurdistanê, alîkariyên di dem a Krîza Korona de gihîştene destê hikûmetê eşkere dike, ku bi vî awayî ne:
K24- Hewlêr
Fermangeha medya û zanyariyan ya Hikûmeta herêma Kurdistanê, alîkariyên di dem a Krîza Korona de gihîştene destê hikûmetê eşkere dike, ku bi vî awayî ne:
Yekem: Alîkarî, heta niha 20 milyon û Nîv Dolar alîkarî ji bo hejmara navendî ya Civata Wezîran hatine zêdekirin. Ev pere ji bo kirîna kelûpelên xwarinê û dermanan dê werin terxan kirin. Piştre liser hemû parêzgehên herêma Kurdistanê ligor rêjeya rûniştvanan, dê werin dabeş kirin.
Dûyem: Bexda: 3 milyar û Nîv Dînar şandiye. Civata Wezîran nivîsîn ji bo Wezareta Darayî şandiye, da ku liser parêzgehên herêmê dabeş bike.
Sêyem: Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî, tu gujmek pere alîkarî nekiriye, tenê hinek amêr û keresteyên tendirustiyê radestî Wezareta Tendirustiyê kiriye.
Çarem: Civata Wezîrên Iraqê biryar da ye 600 milyar dînar liser xelkê hejar dabeş bike. Herêma Kurdistanê jî bi fermî nivîsîn kiriye, lê heta niha tu gujmek pere ji bo herêmê ne şandiye.