Ragehandina evro ya Wezreta Tenduristîya Herêma Kurdistanê

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 51 a evro Çarşembîyê, 15yê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand, têde hatîye, di 24 demjimêrên burî de tenê yek haleta tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatîye tomarkirin . Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 51 a evro Çarşembîyê, 15yê Nîsan a 2020 belav kir û têde hatîye, di 24 demjimêrên burî de tenê yek haleta tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatîye tomarkirin . Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:

Ragehandina Wezareta Tenduristîyê

Hejmare 51

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:

 

  • Kerentîn

Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (7,466) hevwelatî bûn di 30 cihên cuda de. Niha tenê (1,141) hevwelatî di kerentînan de man e, (381) li Hewlêrê, (22) li Silêmanîyê, (720) li Duhokê û (18) jî li Raperîn. (6,325) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (80) Hevwelatî ne.

 

  • Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,177) pişkinîn hatin encamadan. (427) li Hewlêrê, (442) li Silêmanîyê û (308) jî li Duhokê.

Di encam de, tenê yek haleta tûşbûnên li Herêma Kurdistanê hatîye tomarkirin, li parêzgeha Silêmanîyê ku temenê wî 22 sale û berkevtîyê tûşbûyên berê ne.

 

  • Amara giştî:

Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (332) kes in, di nav wan de, (4) haletên mirinê hene û (198) nexweş jî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.

Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.

 

Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

15-4-2020