Îraqê encamên nû yên Koronayê ragehand

Wezareta Tenduristî ya Îraqê, amara 24 demjimêrên bûrî yên Vayrosa Koronayê belavkir.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristî ya Îraqê, amara 24 demjimêrên bûrî yên Vayrosa Koronayê belavkir.

Li gor wê ragehandinê di şev û rojekê de, li seranserî Îraqê, bi Herêma Kurdistanê ve jî, 19 haletên tûşbûnê hatine tomarkirin bi vî awayî:

  • Bexda: 7 halet
  • Silêmanî: 3 halet
  • Besra: 1 halet
  • Kerbela: 1 halet
  • Mîsasn: 4 halet
  • Musenna: 1 halet
  • Neynewa 1 halet
  • Wasit: 1 halet

Her li gor ragehandina Wezareta Tenduristîya Îraqê, di van 24 demjimêran de, kesek bi sedema Koronayê li Bexdayê canê xwe ji dest daye. Ev di demekê de ye, ku 44 tûşbûyên Vayrosa Koronayê jî çêvebûn e. bi vî awayî:

Bexda: 4 halet

Silêmanîyê: 1 halet

Hewlêr: 28 halet

Kerbela: 4 halet

Besra: 6 halet

Karkûk: 1 halet

Heya niha hejmara tûşbûyan bi nexweşî ya Koronayê li seranserî Îraqê gehiştîye 1,434 haletan û ji evê hejmareyê jî, 80 kesan canê xwe ji dest dane. Herweha 856 kes jî bi temamî ji wê nexweşîyê çêvebûne.