Qedexeya hatinûçûnê heya 23yê vê mehê hat dirêjkirin

Wezareta Navxwe Herêma Kurdistanê, qedexeya hatinûçûnê heya 23yê evê mehê dirêj kir

K24- Hewlêr

Wezareta Navxwe ya hikumeta Herêma Kurdistanê, qedexe ya hatinûçûnê heya 23yê evê mehê dirêj kir.

Wezareta Navxwe ya hikumeta Herêma Kurdistanê  beyanname ya hejamre 27 belav kir, ku taybete bi rêgirtinê ji belavbûna Vayrosa Koronayê li Herêmê.

Derbarê rêkarên hatinûçûnê wezareta Navxwe 11 biryar dane, ji wan jî dirêjkirina qedexe ya hatinûçûnê di navebra parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce û rêveberîyên serbixwe (Raperîn û Germîyan) û tevaya yeke yên kargêrîyê heya 23/4/2020, demjimêr 12yê şevê. Her hajovanek biryarê bicih neke dê bête sizadan li gor beyannameya hejamre 19 ya sala 2020.

Herweha hatinçûna pîyadeyan jî qedexeye tenê bo kirîna pêdawîstîyên rojane û haletên nexweîşîyê nebe.