Îraq gazî balyozê Tirkiyê dike
Wezareta Derve ya Îraqê ragehand, balyozê Tirkiyê li Îraqê dê gazî bike û bîrewernameyeka nerazîbûnê radestî wî dê bike. ev jî piştî wê yekê dihêt ku firoke yên bêfirokevanên Tirkiyê kampa Mexmûrê li sinûrê parzêgeha Neynewa kire armanc û zîyanên canî û malî jê çêbûn.
K24- Hewlêr

Di vî bwarî de, Ehmed Sehaf, gotebêjê wezareta Derve ya Îraqê ragehand: Ew bi tundî wê hêrişa firokeyên Tirkiyê bo ser kampa Mexmûrê şermazar dikin ku zîyanên canî û malî jê çêbûn e.
Ji alîyekê din ve, li gor Ajansa Nûçeyên Îraqê (WAI) fermandeyê operasyonên hevpişikên Îraqê, ew hêrişa Tirkiyê bo ser Kampa Mexmûrê bi binpîkirina serwerîya asmanê Îraqê dazanîn û tekez kir, evê hêrişê bi tundî şermezar dikîn.
Operasyonên hevpişkên Îraqê ragehandîye jî: Îraq bi hemû şîyana xwe amadeye bo kontirolkirina rewşa ewlehîyê li ser sinûrê hevpişik li gel Tirkiyê.