Dû kesên din li Silêmanîyê tûşî Koronayê bûn
Wezareta Tenduristî ya hikumeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de encamên pişkinînên nû belav kir
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristî ya hikumeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de encamên pişkinînên nû belav kir. Ev jî deqa wê ragehandinêye:
Derenacên nû..
li berdewamîya pişkinîn û geryanê li dûv gumanlêkirîyan, dû tûşbûyên Vayrosa Korona ya nû (KOVID-19) li parêzgeha Silêmanîyê hatin destnîşankirin. Jineka temen 21 salî ku berketîya tûşbûyên berê ye û zelamekê temen 25 salî ku berê geşta derve ya welat (Qubirs) kiribû û her dû jî rûniştvanên bajarê Silêmanîyê ne.
Wezareta Tenduristîyê
16/4/2020