Hejmara tûşbûyên Koronayê li cîhanê 2,3 mliyon derbaz kir

Ajanasa Royterz ya Nûçeyan belav kir, hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê li cîhanê 2 milyon û 300 hezar kes derbaz kir.

K24- Hewlêr

Ajanasa Royterz ya Nûçeyan belav kir, hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê li cîhanê 2 milyon û 300 hezar kes derbaz kir.

Evro heyînîyê hejmara wan kesên li cîhanê tûşî Koronayê bûne, 2 milyon û 300 hezar kes derbaz kir û hejmara wan kesên ku heya niha bi sedema evî derdî canê xwe ji dest dane gehişte 143 hezar û 744 kesan.

Vayrosa Koronayê li 210 welat û deverên cîhanê  belav bûye û Emerîkayê bi tomarkirina 668 hezar û 79 kesan di rêzbenda welatan de yekeme û hejmara wan kesên bi wî derdî can ji dest dane gehiştîye 33 hezar û 284 kesan di wî welatî de.