Li Efrînê mîlîşya li dûv şûnwaran digerin
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov balv kirîye, girûpên mîlîşîya yên alîgirên Tirkiyê berdewamin li ser piroseya helkolîn û geryanan li dûv şûnwarên bajarê Efrînê û derdorên wê.
K24- Hewlêr
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov balv kirîye, girûpên mîlîşîya yên alîgirên Tirkiyê berdewamin li ser piroseya helkolîn û geryanan li dûv şûnwarên bajarê Efrînê û derdorên wê.
Riwangehê xuya jî kirîye, hejmareka çekdarên ser mîlîşya yên Sultan Silêman Şah li şûnwara girê Erinde ku dikev nahye ya Şêx Hedîd li rojavaya Efrînê dest bi helkolînê û lêgeryanê kirine.
Amaje bi wê yekê jî kirîye, li wî girî bi awayeka nîv rojane bi Şofel û Kolîngan kar têd dikin bo vedîtina şûnwêrên dîrokî yên wê deverê û talankirina wan.
Roja 6ê evê mehê, Riwangeha Sûriya bo Mafên Mirov hejmareka wêneyên wan Şofer û Koîngan belavkiribû ku ji alîyên wan miîşyayan biribûnê gundekê nêzîk ji nahye ya Miebtlî li derdora Efrînê bi armanca helkolîna deverên şûnwarî.
Riwangeha Sûriya behsa wê yekê jî kirîye, mîlîşyayan hejmareka baxên zetûnan birrîne, ku temenên hinek ji wan dar zeytûnan zêdetir ji 50 salane.