Li Efrînê teqîn.. Birîndar hene
Li nava bajarê Efrînê teqînek çê bû û li gor zanyariyan qurbanî hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li nava bajarê Efrînê teqînek çê bû û li gor zanyariyan qurbanî hene.
Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, li nava bajarê Efrînê bombeyeke vedayî teqiya.
Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 3 kes birîndar bûne.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar de, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û bi rêjeyeke mezin teqîn tên kirin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.
S. B