Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo guftûgokirina pirsên darayî û pirsgirêkên bi Bexdayê re hilpesartî mane, serdana Bexdayê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo guftûgokirina pirsên darayî û pirsgirêkên bi Bexdayê re hilpesartî mane, serdana Bexdayê dike.
Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, îro şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab derbarê berketinên aborî yên vîrusa Korona û daketina nirxê petrolê û herwiha guftûgokirina pirsgirêkên helpesartî û bi taybet pirsgirêkên darayî û pirsên girêdayî bi wiza serdana Bexdayê dike.
Şande bi endametiya Wezîrê Plandanan, Wezîrê Herêmê Xalid Şiwanî, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêde Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm dibe û li Bexdayê bi berpirsên bilind ên Hikûmeta Federal dicivin.
S. B