Şanda Hikûmeta Herêmê bi Wezîrê Neftê û Kehrebê re civiya

Şanda Hikûmeta Kurdistanê gihîşt Bexdayê û bi Wezîrê Neftê yê Iraqê re civiya û çend pirsên girêdayî bi neft û destkeftên darayî guftûgo dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda Hikûmeta Kurdistanê gihîşt Bexdayê û bi Wezîrê Neftê û Wezîrê Kehrebê yên Iraqê re civiya û çend pirsên girêdayî bi neft û destkeftên darayî guftûgo dike.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Omêd Sebah ku endamê wê şandê ye ji K24ê re ragihand, yekem civîna wan bi Wezîrê Neftê û Wezîrê Kehrebê ye, bi giştî li ser dosyên neft û kehrebê guftûgo tên kirin û hewl didin girîngiyê bidin pêwendiyan.

Amaje bi wê jî da, yek ji dosyayên ku li Bexdayê guftûgo bikin, dosya destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê ye.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ji K24ê re diyar kiribû, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civîna bi Wezîrê Neftê yê Iraqê re, bi Wezîrê Darayî yê Iraqê Duad Husên re dicive.

Şanda Hikûmeta Kurdistanê, ku ji Wezîrê Darayî Awat şêx Cenab, Wezîrê Hikûmetê bo pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê Xalid Şiwanî, Serokê Dîwana Encumena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encumenê Wezîran pêk hatiye, dê bi berpirsên Iraqî re behsa bûdce û nefta Kurdistanê û bandorên vîrusa Koronayê li ser aboriyê gotûbêj bikin.

 

S. B