Li Wanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dane
Parêzgarê Wanê dibêje, heta niha li Wanê 130 kes bi vîrusa Korona ketine û 6 kesan jî canê xwe ji dest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgarê Wanê dibêje, heta niha li Wanê 130 kes bi vîrusa Korona ketine û 6 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Parêzgarê Wanê Mehmet Emîn Bilmez got, Muxtarê gundê Xerabe ji ber ku derbarê kesên ji Stenbolê hatine gund, agahî nedaye rayedarên pêwendîdar, ji ber wê jî ji kar hatiye dûrxistin û di lêkolînan de, pişkinînên 22 kesan pozîtîf derketine.
Da zanîn, bi encamên gundê Xerabe, hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine li Wanê bilind bûye û gihîştiye 130 kesan.
Bilmez got, heta niha li Wanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, rewşa tendirustiya 10 kesan xirap e û 33 kes jî baş bûne.
Amaje bi wê da, yekem haleta mirina bi Koronayê li Wanê, roja 31'ê Adara bûrî hatibû tomarkirin.
S. B