Şanda Hikûmeta Herêmê û Bexda gihîştin rêkeftinê
Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê piştî civîna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Neftê yê Iraqê ragihand, şanda Herêmê û Bexdayê gihîştin rêkeftinê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê piştî civîna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Neftê yê Iraqê ragihand, şanda Herêmê û Bexdayê gihîştin rêkeftinê.
Îro şandeke Hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab li Bexdayê bi Wezîrê Neftê û Wezîrê Kehrebê yên Iraqê re civiyabû.
Piştî civînê, Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Hikûmeta Herêmê bi riya kompanyaya Dîlot berdewam zanyariyan belav dike û herdu rêkeftin ku bi biryara Opec a kêmkirina berhemanîna neftê pabend bin.
Rêxistina Opec di vê dawiyê de biryar dabû, ji bo piştevanîkirina li nirxên petrola xam, berhemanîna petrolê bi rêjeya ji 10 ji sedî kêm bibe. ev biryar Iraq û Herêma Kurdistanê jî lixwe digire.
Ji ber belavbûna vîrusa Korona, daxwaz li ser kirîna petrolê di bazarên cîhanê de kêm bûbû û nirxê petrolê jî daketibû.
S. B