7 tûşbûyên Koronayê li bajarê Hewlêrê çêvebûn

Rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê di daxuyanîyekê de çvebûna 7 tûşbûyên Koronayê li wê parêzgehê ragehand.

K24- Hewlêr

Rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê di daxuyanîyekê de çvebûna 7 tûşbûyên Koronayê li wê parêzgehê ragehand.

Di wê daxuyanîyê de, Dilovan Mehemed Fatih, rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê aşkera kir, 7 tûşbûyên Vayrosa Korona ya nû (KOVID-19) piştî wergirtina çareserîya pizîşkî bi temamî çêvebûn û rewşa tenduristîya wan cêgîr bûye.

Wek di daxuyanîyê de hatîye, pişkinîna li pey hev bo wan 7 kesan hatîye kirin û encam jî her nerênî derketin; lew biryar hate dan vegerin malên xwe.

Her li gor wê daxuyanîyê, tevaya hejmara wan tûşbûyên Vayrosa Koronayê ku li parêzgeha Hewlêrê çêvebûbne gehişte 125 kesan.