Pêşmerge hoşdarîyê dide ji metirsîya zêdebûna bizavên Daişê li Giwêr û Mexmûr

Berpirsê Mihwera Şeş a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Giwêr û Mexmûrê hoşdarîyê dide ji zêdebûna bizav û kiryarên çekdarîm Daişê li sinûrê Mexmûr û radighîne roj bo rêj metirsî zêdetir dibin.

K24- Hewlêr

Berpirsê Mihwera Şeş a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Giwêr û Mexmûrê hoşdarîyê dide ji zêdebûna bizav û kiryarên çekdarîm Daişê li sinûrê Mexmûr û radighîne roj bo rêj metirsî zêdetir dibin.

Di daxuyanîyekê de bo Kurdistan24, Sîrwan Barzanî, bepirsê Mîhwera Şeş a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragehand, rojane hest bi zêdebûna wan metirsîyan dikîn û çekdarên Dişê piştî ku carek dî xwe rêkxistine; kirîyarên çekdarîyên xwe li wê deverê li dijî hêzên ewlekarî yên Îraqê zêdekirin e.

Ev hoşdarî piştî wê yekê dihêt, ku berpirsên bala yên hikumeta Herêma Kurdistanê û fermandarên Pêşmerge di dema burî de, çend caran hoşdarî dabûn derbarê dûbare xwe rêkxistina çekdarên Daişê li wan deveran, ku valahîya ewlekarîyê têde dûrist bûye û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li wan deveran nîne û hêzên Îraqî jî nekarine kontirola wê deverê bikin.

Di nûtirîn pêşhat de, evro li sinûrê qeza ya Mexmûrê, çekdarên Daişê hêriş kirin ser hêzên Îraqî di navbera herdû gundên Elî Reş û Berde Sipî li nêzîk gundê Qereçox. Di encam de, dû serbazên Îraqî hatin kuştin.

Li çend rojên  bûrî jî berpirsên ewlekarîyê yên parêzgeha Nînewa hoşdarî dan ji bizavên çekdarên Daişê li sinûrê wê parêzgehê û li gor rojname ya Meda berpirsên ewlekarîyê ragehanidne ku li hinek deverên sinûrê wê parêzgehê bizavên ne asayî yên çekdarên Daişê hene.

Di evê çarçoveyê de, Qaymeqamê berê yê Şengalê Mehma Xelîl hoşdarî daye hikumeta Îraqê û hêzên ewlekarîyê ji dûbarebûna sînaryo ya Xizîrana 2014yê li Mûsil.

Mehma Xelîl di dayannameyekê de ragehandibû,  Daiş li deverêm Êzdîyan li sinûrê parêzgeha Neynewa xwe amadekirine bo dagîrkarîyê û heke hikumeta destbicih ne live, dûv re geztina tila poşmanîyê çi mifa nabe.