Di 24 demjimêrên burî de ti haletêka mirinê bi Koronayê li Îraqê nehatîye tomarkirin

Wezareta Tenduristî ya Îraqê amara korona di 24 demjimêrên burî de belav kir û ragehand, pişkinîn bo 2,226 gumanlêkirîyan hatîye kirin û di encam de 26 haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatine tomarkirin.

K24- Hewlêr

Herweha wezareta Tenduristîya Îraqê tekez kir, ku di 24 demjimêrên burî de, ti haletên can ji destdanê bi sedema Koronayê ne hatine tomarkirin. Ev di demekê deye ku 56 haletên çêvebûnê  hatine tomarkirin.

Bi vê yekê jî tevay haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, hejmara wan gehişte 1,539 kesan, ji evê hejmareyê jî 82 kesan bi sedema wî derdî canê xwe ji dest dane û heya niha 1,009 kes jî, ji Vayrosê çêvebûne.