Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Kesê hatiye girtin nûnertiya Pêşmerge nake
Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Lîwa Ehmed Mismarî tekez dike, kesê li Lîbyayê hatiye desteserkirin, ti pêwendiya wî bi Leşkerên Roj re nîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Lîwa Ehmed Mismarî tekez dike, kesê li Lîbyayê hatiye desteserkirin, ti pêwendiya wî bi Leşkerên Roj re nîne.
Di destpêka meha Nîsanê de kesekî Kurd ê Rojavayê Kurdistanê bi navê Şakir Ferman Bonceq li Lîbyayê ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ve hatibû desteserkirin, ku di nava grûpên çekdar ên Tirkiyê şandine Lîbyayê de şer dikir. Hin pêgeh û dezgehên ragihandinê jî ew nûçe ji bo reşkirina navê Pêşmerge û hêza Leşkerên Roj bikar tînin.
Di wê derbarê de, Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Lîwa Ehmed Mismarî di konferanseke rojnamevanî de careke din li ser pirsa desteserkirina wî kesekî li Lîbyayê got: “Kurd ji pêkhateyên din cuda ne. Biraderên Kurd dozeke wan a çarenivîsê û mafekî wan ê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye windakirin heye. Tirkiye bi riya pere û baweriyên cuda xurtên Sûrî bo armancên xwe bikar tîne.”
Lîwa Ehmed Mismarî tekez kir jî: “Ew kesê ji aliyê me hatiye desteserkirin, ne nûnertiya Pêşmerge, ne nûnertiya ti aliyekî siyasî ya Kurdî û ne jî nûnertiya malbata xwe ya jê berî bûne dike. 2 eger hene, yan bi pereyan ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve hatiye kirêkirin, yan jî hizra wî ya medenî hatiye têkbirin û ew kirine kesekî tundrew ta ji bo kuştinê bikar bê. Ev helwesta me ya giştî ye, hem li bereyên şer û hem jî helwesta me ya siyasî ji destêwerdan û dagîrkeriya Tirkiyê di rojavayê Lîbyayê de ye.”
Pêştir jî Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kiribû, ew daxuyaniya ku bi navê Fermandariya Giştî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê derketiye û tê de hatiye ku ew kesekê hatiye desteserkirin ser bi hêza Leşkerên Roj ye, sexte ye.
S. B