Welatî dikarin ji Rûsya vegerin Herêma Kurdistanê
Welatiyên Kurd li Rûsyayê yên dixwazin vegerin Herêma Kurdistanê yan Iraqê, dikarin di vê hefteyê de bi riya firokeyekê vegerin Bexdayê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Welatiyên Kurd li Rûsyayê yên dixwazin vegerin Herêma Kurdistanê yan Iraqê, dikarin di vê hefteyê de bi riya firokeyekê vegerin Bexdayê.
Balyozxaneya Iraqê li Moskoyê ragihand, roja Çarşemê 22. 04. 2020an firokeyek ji Moskoyê ve ber bi Bexdayê ve difire, her kesê bixwaze vegere Iraq yan Herêma Kurdistanê, dikare bi riya wê firokeyê geşta xwe birêk bixe.
Ji ber belavbûna vîrusa Korona, qedexeya çûnşhatinê û rawestandina geştên esmanî, hejmarek mezin welatiyên Kurd li welatan asê mane û daxwaz ji balyozxane û konsolxaneyan kirine, çareyekê ji wan re bibînin.
S. B