Navendeke hêzên rêjîmê li Qamişlo rastî êrîşekê hat

Li bajarê Qamişlo, li navenda Serbazî ya Hêza Berevaniya Niştimanî ya ser bi hikûmeta Sûriyê ve 2 teqîn çê bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qamişlo, li navenda Serbazî ya Hêza Berevaniya Niştimanî ya ser bi hikûmeta Sûriyê ve 2 teqîn çê bûn.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, şeva bûrî dengê 2 teqînan li navendeke Hêza Berevaniya Niştimanî li nêzîkî folka Selam a Qamişlo hatin bihîstin.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, navenda Hêza Berevaniya Niştimanî bi narincoyan rastî êrîşekê hat.

Rewangehê ragihand jî, piştî êrîşê endamên Hêza Berevaniya Niştimanî gule bi ser rêbendeke asayişê ve barandin, lê ti zanyarî derbarê ziyanên canî de nîn in.

Ev yek piştî wê tê, roja 16ê vê mehê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) di daxuyaniyekê de belav kiribû, endamên Hêzên Berevaniya Niştimanî du narico avêtibûn nêzîkî rêbenedeke asayişê, lê ti ziyanên canî nebûbûn.

 

S. B