Grûpên çekdar bacên giran li Efrîniyan disepînin

Grûpên çekdarên ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, baceke mezin li ser welatiyên Efrînê yên ku dixwazin xwe yên desteserkirî vegerînin, disepînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdarên ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, baceke mezin li ser welatiyên Efrînê yên ku dixwazin xwe yên desteserkirî vegerînin, disepînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Emşat di destpêka vê mehê de destê xwe danîbû ser xaniyê welatiyekî gundê Qermîtliq yê navçeya Şiyê, niha jî 8 hezar Dolar li welatî ferz kirine, heta ku xaniya wî jê re vegerînin.

Her li gundê Qemîtliq, grûpa Emşat roja 15ê vê mehê dengbêj Seîd Hesen revand û bi awayekî hovane eşkence, piştî ku bireke mezin jê standin, piştî 2 rojan berda.

Li gundê Hec Qasima yê navçeya Mabeta, çekdaran grûpa Semeqend muxtarê gundê û gundî li nava gund kom kirin û bi bihaneya ku ew mal û milkên wan diparêzin, baca 15 hezar Lîreyên Sûrî li ser her malekê ferz kirin.

 

S. B