Li Soran û Raperîn ti pêketiyekî bi Korona nemaye

Li du deverên Herêma Kurdistanê, hemû pêketiyên bi vîrusa Korona baş bûne û ti pêketiyekî bi wê vîrusê nemaye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li du deverên Herêma Kurdistanê, hemû pêketiyên bi vîrusa Korona baş bûne û ti pêketiyekî bi wê vîrusê nemaye.

Rêvebirê Tenduristiya Soran Dr. Karwan Cemal ji K24ê re ragihand, duhî test ji pêketiyên bi vîrusa Korona re hatin kirin û encam nerênî bû. Niha hemû nexweşên Korona li devera Soranê baş bûne û kesek li nexweşxaneyan nemaye.

Dr. Karwan Cemal diyar kir, li devera Soranê 12 kes bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ketibûn û piştî wergirtina çareseriyan, hemû baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Ji aliyekî din ve, Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Raperîn di konferanseke rojnamevanî de ragihand, îro dawî pêketiyê bi vîrusa Korona li devera Raperîn baş bûye û vegeriye mala xwe.

Da zanîn jî, bi girtina rêkarên xweparastinê û bi biryarên Odeya Operasyona Rûbiribûna Koronayê, li ser çend qonaxan jiyana welatiyan asayî dibe.

Ev yek di demekê de ye, 2 roj in li Herêma Kurdistanê pêketina kesên nû bi vîrusa Korona nehatine tomarkirin.

 

S. B